Trump gef li Îranê xwar: Tengava Hurmuzê di nava 48 saetan de neyê vekirin em ê êriş bikin
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump gef xwar ku eger Tengava Hurmuzê neyê vekirin wê êrişê bibin ser binesaziya enerjiyê ya Îranê.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump gef xwar ku eger Tengava Hurmuzê neyê vekirin wê êrişê bibin ser binesaziya enerjiyê ya Îranê.
Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku eger Tengava Hurmuzê di nava 48 saetan de jinûve neyê vekirin wê êrişên nû bibin ser Îranê. Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek da û got, "Eger Îran ji vê kêliyê heta bi 48 saetan Tengava Hurmuzê bi temamî venek, DYE wê ji ya herî mezin destpê bike û êrişê bibe ser santralên enerjiyê û tine bike."
Li gorî nûçeya Daily Mail, keştiyeke nukleerî ya binê avê ya Îngiliz ku fuzeyên Tomahawk tê de ne, li Derya Ereb bi cih bûye.
Li qada navneteweyî Îngilistan, Elmanya, Fransa, Japonya û Koreya Başûr jî di nav de zêdeyî 20 welatan hewldana Îranê ya girtina Tengava Hurmuzê şermezar kirin û gotin, wê piştgiriyê bidin hewldanên navneteweyî yên ji bo pêkanîna derbasbûna bi ewle ya ji tengavê.